mał awayî

pêşkeş be kak (baram şwanî) bêt, ke nîmçe jyanêkî bemcore řabward...
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  610 Dîtin
çend sałe şeyday bejin û bałatim
bextyarî jyan bibwe awatim
gwaye tom heye zor şadumanim!
serçawey sozî telî kemanim
xezanî řojgar hełîwerandî
le diłdarîda çakî bezandî!
ew hełbijardey pesendî ekey
kiłoy agire, destî bo nebey
çunke ew diłet bo min řiskawe
bê xoşewîstît xwênim westawe
jînî bextyarît nedey be pare
diłî diłdarît hêşta zamdare
eger çî êsta kewtye mince minc!
bo şû naxwênî, řêk û pêkî qinc
tu xwa gořawî! baweřîş nakem
ya bawkit ełê (kîse piř ekem)
eto efroşê be (małî dinya)
bo dozex biçê, agir be binya!
min derbest nîme bo to zyane
pence egezê, ełêy jyan jane!
naşîrînîm çî, ya xo hejarim?
em fêłeşt çû biłê bêzarim..
diłdarî nakem, diłdarî pûłim!
nayême daxwaz hełmałim qołim
çon abřût heye bo yekê tir bî
(be kałî bitxom, geyyût sûr bî)
takey bename ẍemim edeytê?
kotayî bêne bakat nefewtê!
sałê xwêndim leser to dana..
çîm lêt çaw nebû ta hembû twana
em (wane xoşe û wite şîrîne)
tê bige şeřî xencer û xwêne!
gyanim bo çîye paşî nemanit?
ta be tawanê nebme (qurbanit)!
boçî kem hestî îtir çon nemirim?
jînim beba çû, çaw piř le esirim