řehêłey çaw

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  562 Dîtin
řojî tê peřbûm be şeqamî şar
em xełkem edî swałkerêk bêzar
(zor be’espayî be dest pankirdin
řû berew asman, sikała kirdin)
xełkî piř be dem, hełpiçřînî ( zem)
paş mile witey naşîrîn û kem
ya bepałe sûy dijê piř bedeng
hejarî bê çar, hebû wek neheng!
ne pûł ne xwardin, pêy ne’eda xoy
xełkîş pêy neda: ew bû ebuwe hoy
*
dewłemend: ba to cêget beheşt bê!
telarî berizit, şwên guł û geşt bê
cilî (fason)y wa birîqedar
biřoy le berta legeł dû nazdar
gîrfanî piř û otombêlî cwan
pyawetî kirdin, ya xohełkêşan
fîzit beteqey (pêław)y taze!
toz lênenîştû her bo to saze!
ey paşî mirdin, bo kwêwey ebey!
yarmetî hejar, damawê nedey!
*
hejar: deba toş beşt her wa bê
ew řenceş eydey hemûy beba bê
bê hîway jyan diłit ẍemgîn bê
gîrfanit kun û xałî û zebûn bê
cile çakeket diřa û sed pîn bê
xwardinit ( nanî biřwêşî qîn )bê
karîş ke hetbê de řojan netbê
le hendê şwênîş diz û cerde bê!
ey xwa em (ḧałe) takey ehêlî
hejar le gořî jîna eşêłî!
*
inca minîş dêm şînit bo ekem
çît amojgare cêbecêy ekem
egrîm: dar destî şûmî, hejarî
kuştit lebirsa law lejêr barî..
hênde giran bû nuşsitî hêna
xwaye bezeyît boçî nehêna?
ca ew hełbestem pêşkeşî to bê
lenêw gořîşa gwêt leřořo bê!