sozî baweş

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  535 Dîtin
dił lelay daykî xoşewîstime
minî pêgeyand ke pêwîstime
lay layey caran eziringê le gwêm
be amojgarî řûnakî kird řêm
xwaye, çi řojê ekemewe baweş?
daykî diłsozim, minî çare řeş?
ger xewş nebê egrîm wek minał
(laçek beser bû), bo min şanze sał
boçî kes nîye pêm biłê řołe?!
hełse, danîşe, (bisêne tołe)!
boye berjewendîm bo paşeřojim
boye le dûrît esrîn eřêjim
bo jînî xoşîm bo min lebasî
çawî bê wuzet dûr min enasî
ke egeyştime dergay małewe
etxistime jêrî cûtî bałewe!
hełt emjîm maçit ekirdim
gişt ẍem û tałît lebîr ebirdim
be wişey (řołe) bih rûyekî xoş
etlawandimewe bêgerd feramoş
paş ḧesanewem beřêt ekirdim
daway serberzît lexwa ekirdim
şew le xewnim da, řojîş be (xeyał)!
hawarim daye dił bûyte zuxał!
her yekêkî wek daykim ebînim
boye piř bedił lêy řa’emênim
ke bangî ekem ełêm daye gyan
omêd biř ebim le çêjî jyan