waz dênim

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  533 Dîtin
to bûy telarî jyan û hîwa
lebaxî toda gułałem řwa
ba ew telareş bo min řûxabê
ew gułeş lebax sîs û bê aw bê
bextyarî jînim: ah û nałîne
kam diłdarî řast beşî bezîne!
waz dênim îtir le jîn des eşom
yexey to egirim xuday bextî xom
diłdarîm le koş matemî ẍeme
řojî řûnakîş bo min her teme
satê bext gişt ke beş kirawe
tenya her bo min ewende mawe!
ya be zîndûyî niqûmî gił bim
ya bo bêbeşî jyan û gił bim?!
çêjtim dozexî tałî û eşkence
bo bijîm ledax bebay ew řence?