le’ahenga

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  809 Dîtin
tîşkî řûy to maçî kirdim
lehołî ahengî naza
berew şanoy çendîn çawî
wek toy birdim
xistimye şeř legeł nyaza
lecûley lêw, têt geyştim
namet dewê
ta mebestî herdûkmanî
tya derkewê.
*
lebatî namey piřguman
xom hatme lat...
be pencey xem be zengî mat
ledergem da
ledergey zamî netirsa
ke tom bînî
řizgarim bû...
le jêr barêkî zor qursa
*
ke hatme lat...
bazêk be serma nîştewe
bûme serkirdey dewłetî.. xoşewîstît
leser taxçey her dû memkî
kes newîstît
lê y danîştim
be amancî gyan geyştim
(le «jîn» le jimare «70» biław kirawetewe)