lehegbey şara

(ew hestaney sibeynan zû le meydanî kirêkaranî hewlêr debîstirêt)
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  721 Dîtin
dengit têre...
leyarega, serderbêne.
bo şar bo dê... zû bo êre
çak biřwane, nexoşxaney şarî kwêran
şel û kwêran...
tê bige le pijme û nałey
ew jyane yekcar tałey
teşeney zam le dił jûra.
le’agirî nêw tenûra
dengî birsî
kes nay pirsî.
*
de gwêt lê bê...
le tomarî... yekcar zorî ew dengane
ew awaze, tirsênere, besengane
dełên: kwanê kargey giran!
kwa xwardinê... nirxî herzan?!
bê îşîn, îş
kwa îş, kwa nan?
çî beser hat, wek yek jyan
*
lenaw nûştey hełwasrawî otombêla
leçawzar, xoyan parast!!
lemuferkî serkiławî kuřî gêla
kuřyan parast
bextî kurdyan
lecolaney, gořî pyaw çaka hejand
çewsêneran...
le nałî berdergey telar
çawî gelyan...
be pûł deřjand
*
çaweřwanî... baranêkî awî sûrîn
zor pêwîstîn
le dagîrkerman nabûrîn
taşetlekanî řizgarî, yek yek deřwê
cutyarî dêy y kurdistanim
serbest dedwê