beyadî tavge sûreke

(beboney têpeřbûnî sałê beser şehîd bûnî, şehab, ce’fer, enwer.)
Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  846 Dîtin
sałê řoyî û sê cute çaw... agir degirin
sałê debê... dałî xinkan be xwênî laşeyan demirin
sałê royî û.. sê cûte çaw.. dagîrsan û..
bînahyan... bêdeng nabê
zamekanyan... nagryen û ..bazûy çekyan, diłteng nabê
ey çawekan... lebîrmanin
dejîn, dejîn, le naw lûle û jêy tîrmanin
*
gwêman lê bû... hawarî xoşewîstîtan
weku xor çon û danagîrê û tîşkekanî, her debexşê
êwen ewe û... berew sermay çyakan dekşê,
ey çawekan. demanzanî. hîwatan bû
biteqnewe û hawar le faşî hełsênin
hîwatan bû be gerûy xořagirtintan
petî sêdare bipsênin
*
ey çawekan..
wek çon germî gyanî giře
awî pełe, le naw kêłge û řegî řwek, sozî kire
le bîrmanin, fîşekdanman, le řêbazî êwe piře
le zistana, çend pêwîstîman be cilî germ û estûre
zamî êwe, çend le bazûy le bîrçûnî ême dûre
le bîrmanin, diłman lenaw diłtan sûre
*
ey çawekan... par em kate... sengerî giřtan dakuta û
(keł jyan û kemîş jyan)
par lem şwêne... wişekantan, termekantan
weku tavge... řijaye kendawî birsî û řiqî cîhan.
*
ho çawekan..
dasekantan, daye destî ḧezî sepan
ta tebarey milî xwên mij... bisřinewe
ta xermanî dagîrkiraw..
be areqey cutyarekan bikirêtewe
ew çekuşey nîşantandayn
bizmar dekutê û..
le kargekan lay kirêkarî diłdare
emřo herçî hełwêstêke... lewan bare
serî dujmin wird û xaşe û..
herçî qełewî qed kêwe, le haware
*
ey çawekan
sałê řoyî û... tîşkekantan, agir degirin
dałî xinkan be towî laşetan demirin
zor çawî tir... bo baregay êwe dên û..
biřyarî serberzî deden.
lexakî giřtêberbiwa, bermałî şořş řadexen.
zorgyanî tir..
termekantan maç deken û debne pirdî berew beyan
lafawî runakî zor çaw..
mîwanî małî hejare, bo xwastinî yek destigîran.