ew kitêbey, wişey bexencer nûsrawe

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  828 Dîtin
řîze çyakan...
weku tewnî berebeyan... řaçendirabûn
biroy runakî çawî xor...
wekû řîsî mafûrî destî qeyre kiç
begułałey bałay lawî. řayeł kirabûn
*
le nêw, cût memkî dûkela... le derbendê
jyanî daykim... řawî nam û...
wek tewrdas, kwêrayî tarîkîm biřî
bûme rubar, xom hawîşte hajey kendê
*
hatim hatim...
nawyan lênam dasî sepan
maçî gułî genmî tebarem dekirdu...
kedembiřî...
tinokî zîz bûnîm bo desřî.
lecoxîna... qed û gełay (genme sûre)
ba deybird bo... her hełetê zeq û dûre.
xêra aẍe
řewsew danî, le ’emara hełdelûşî
wek şoxî be zor marekiraw
xencer, agir le řêga debu be tûşî
*
postey xerman bereketî y cutyarekan
lê y nûsrabu: genme sûre, hawar... bo (das)
key peymanî... gewzî birsêtîman wabû
***
hatim, hatim... nawyan lênam «mame sware»
’eşqî kiçî zordarê bûm
le benderî diłdarîma...
êşkigrî «ał û wêłî» hejarê bûm
espê nebû... kiçî agir, le pawanî evînî zû
legeł mina tawî têda.
ta gewałey, şwankarey şepolekanim
hełîgirt û hênay, hênay beřê y nwêda
legeł mina tawî têda.
*
hatim, hatim... nawyan lênam (agire sûre)
bûme kilîl... bo kêłanî her kêlgeyek
dergey cutî... cutyar nebê neykatewe
bûme xurişt... berbûme gyanî dewłemend
ta qurquşmî neřjête ser
çarî nabî û... xewî mirdin deybatewe
nawyan lênam agire sûre
be qisey řeq çûme jwanî
(hełbet qisey hejar řeqe)
lêwî wişk û tasey germî birsî û tînwekanim hêna
giřî tavge û xwênî dujmin, rûbarê bû
demman têna... bikuje bibře
pişkokanman, hendê çizan
dujmin şewî beserda hat
çawî westanîyekanî me...
nîşanî temenyan, giře.
***
hatim, hatim...
nawyan lênam bizmar kute
çekuşê bûm
ew dartaşey, eskemîlî encumenî...
koşkî sipî y dirust dekird
asnigerê keşîş bendî...
bendîxaney xwênî (bastîl)y xest dekird
hêzî minî pê nekřa.
kewî kêwî baweřî pê hełnefřa.