rojî ledaykibûnim

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  905 Dîtin
zor nûsrabû...
jan, bîre newtî derûne
xem, giřêke, le hełçûne
zor nûsrabû...
şarê gîra... zor kes kujra
bomba teqî... be naw hewrî qirçey germa
zorman debîst, mafî mirov
wate lêdan...
siza, zîndan.
zorman debîst, şořş, şořş
şořş lenaw... xuře û şepolî areqey kirêkaran
zorman debîst, faşist, nazî
hêroşîma etom bazî.
ta zamî sûr fêrî xwêndewarî kirdîn
xwêndimanewe
çewsanewe
xwêndimanewe
nan û wiłat û jêrdestî
xwêndimanewe... xebat, soşyalîst, serbestî
le fêrgey şew nûsîn fêrbûyn
ta nûsîman...
(çepkê çawî mêşkî hejar)
bargey şepolî řûbarîn
gird û koy gişt telanêkîn... hatûyn beẍar
le şaxî sûr, girdołkey řeş, nûsîwmane
le sûtanî xoman giřîn
le naw lûley wîstî birsî, gulley diřîn
ta fêrî nûsînî em wênane nebûm
hêşta nebûm.
ke fêrî bûm... le dayk bûm