xoşewîstî yekî germ

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 2 Xulek  909 Dîtin
ey momî tamezroy hestim
xoşewîstim
ta tom nedît, tom xoş newîst
ne pêkenîn, ne giryanim nedezanî
ta awazî wişey xoşewîstîm nebîst
nekewtime naw.. gyanî hîway kameranî
*
xoşewîstim
ey momî tamezroy hestim
ta tom nedît tom xoşnewîst
xuřey řûbarî diłdarîm nehate hoş
janî diłim, weku hêzî hełmî xwênîn
le’aletî jyanî nwê nehate coş
ta tom nedî...
berawirdî xomim nekird, legeł mirdî
ta tom nedî.. bo sałî bê baranî çûy
giryanî wek minałanim lexom nebîst
ta tom nedî, bo xoşî xor, řûnakî řûy
pêkenînî minałanim le xom nebîst
*
ta tom newîst, xoşewîstim
nemdezanî, hêlanekem sardusře
nemdezanî... bawkim derheq destigîranim
bo xwazbênî lat û kiře.
*
xoşewîstim
ey momî tamezroy hestim
ew xoşewîstîyey ke hem bû
hełenebûy durgey xem bû
nemdezanî ke pêwîstîm bexom heye
nemdezanî ke pêwîstim be gel heye!
pêwîstîman...
be pirdî ser cogey xwênî dem kel heye
*
nemdezanî... le bazarî ałozkawa
pêwîstîman be to heye
nemdezanî wadujminî xoşewîstîm
le řêy sextî aso heye
*
ey momî tamezroy hestim
ta sewday nyazî tom nebû
le tarîkî xemî şewa...
nek her meşxeł... ta mom nebû
*
heta durbum lew karwaney bo xor deçû
bo giryanî... małwêranî nemut pekkû
ta tom nedî...
berawirdî xełkim nekird, legeł mirdî
ta tom newîst
nemdezanî pergende bim
nemdezanî... qurbanî em mełbende bim
nemdezanî daway mafî jyan bikem
nemdezanî.
fertenekey (çînî mîllî)û (vîtnam) hełkem
*
ta tom newîst
gundî dîlîm nebînî bû
xoşewîstîm evînî bû
ta tom newîst, nerey aẍem nebîstibû
řojî şořş...
wa bezûyî... hełhatnî newîstibû
*
xoşewîstim
ey momî tamezroy hestim
wişey gerimit
nexşey jînî pêşûy diřîm
lemencenîqî toy azîz
be naw hejarana fiřîm
diłgîr mebe... hêzî bałî bê’aramîm
bexoşewîstî to kiřîm.