şořşî zewî

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  896 Dîtin
ey xełkîne...
doł û çya û deşt û zewî
hî kesêke boy naxewî
hî kesêke xoy dey çênê
le pênawya mandû debê, berhem dênê
 
min cutyarim... leser kêwî biřway betîn
xom dawême baweşî jîn
bezbarey, bîrî cutyarî ciḧêłim
zewî û xakî bapîranim, wird dekêłim.
*
minî cutyar
kirêkarî biray gewrem... agay lême
amêrim bo dirust deka
bo kêłan û dirwênewey sûdî ême
cergî siruşt bist bist deka
*
minî cutyar...
řencî ew nime areqey bo xom nebû
emřo deykem, be coge bo kifnî mirdû
kifnî mirdûy derebeg û paşay dwênê
řeg û ceste tułxawekey le gişt şwênê
be destařî destî mêjû dehencinim
le cêy ewa, lêy deřwênim, towî genim