îbtida boz le siney kirdiwe çera

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  890 Dîtin
îbtida boz le «siney» kirdiwe çera
bûyetî, çunke lewê, neş’unema
ba wicûdî ’elefî deşt û zelî
arezûy hîçî nîye, ẍeyrî kema
gû be gořî pudrey xêwî berûy
çunke dûre le kema, hêzî nema!
ger muqîmî «sine» bê, espî ’ereb
’aqîbet awî ewê ḧîzî deka
kaşkî dadeřa, sifre sîfet
maderî em sege, wextê ke deza
beskî bêquwet û bêtawe le der
naşkênê le řeha beyze be pa
şîřet û şeyherker û ’înnîne
nîye, îlla le sine, feḧlî weha
tey’ ker, xûg dem û fîl xurak
pozega, liç şutur û ře’d seda
toze řêy gahî gilanî le dera
heres asa lesera haje deka
piştî yek mîl û milî yek wecebe
zigî qamîş û xurş xermenî ka
meḧwe goştî bedenî ew be demî
gahî zîn kirdinî wek xîgeyî ba!
meqsed er deh de qedeme, boze dełê:
min koca, menziłî emşew le kuca
min gyahim le kefaye û ’eze zîn
řû dekate min û lew cûte deda!
naşnê boze, meger bo gizre
gerdinî nagrê, cuz turbeyî ka
sa’etê lodeyê ka sehle bixiwa
fersexê, saḧêbî xoy se’be biba
bo řehê lazme, naçê be kutek
řûberûy pûş û gya dê be sema
wextê saẍewnî le te’lîmî ’ezîz
cayî řewt û dewê her loqe deka
deşkênê dehenî sengî zemîn
bes be sersim, le řeha sucde deba
gahî dew, xûg sîfet, ger şeqî key
le ’eqeb, nageřê estoy be qefa
be ḧeqîqet nîye cuz kuřřeyî şêx
le hemû řûyî zemîn, ’îbretî wa
bese «salimNasnava edebî», meke lem seyke xeyał
lade lem fîkire, ḧeyay boze nema