mu’cîzey yarî perî çîhre diłaramim deka

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1209 Dîtin
mu’cîzey yarî perî çîhrey diłaramim, deka
şettî sawa, taqî kîsra, agirî zerdeşt fena
řûy cîhan bê řewneqe yaran biłên ba derkewê
seruqeddî camenesrîn mahřûyî gułqeba
hoş le kwê? aram le kwê? hey quř beser xom û xîred
çawî piř efsûnî meygûnî be îma dił deba
bex bex ey yaran temaşay şewketî em cîlwe ken
dîde’ahû ’enberînmû muşkibû ḧorîleqa
řûy diłaramim beheştêke le îmkanî xulûd
arê arê men’î neslî ademî boyê deka
dił be lemḧe nasrewê hergîz le peykanî mujey
dembedem îmabe’îma dê wekû tîrî qeza
řeşkî nafey, bonî zułfî, qelbî ẍunçey kird be xwên
wa le gerdinya xeracî gerdinî ahûy xeta
ger le sayey astaney diłberim cê dest kewê
qet hewes nakem şeref îtir lejêr bałî huma
can muḧeqqer neqdiberkef, serifkende û muntezîr
xusrewî xûban biłên: salimNasnava edebî ewa pêşkeş deka