ax û dax dił ẍafłe nazanê qismet çî deka

mîwanî małe’arebêk buwe le şarî ḧîlle
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 4 Xulek  1665 Dîtin
ḧesreta dił ẍafłe nazanî qismet çî deka
emřo êrem bû be mesken, axo ferda kwêm deba?!
bedreqey mîḧnetnumaye şatrî teqdîr mudam
destikeşme û pêşřew, demba be menziłgay beła
nabełed bêçare bû dił, arezûy aramî kird
hat û neyzanî lepřida kewte naw çahî cefa
ḧîlle xurmaye, minîş mêş, cîsrî damî ’enkebût
nefsî serkeş damnedîwe, řû le şîrînî deka
gerdişî dewran ciłewkêş birdimê małî ’arebê
çûm û dîm, emma neçûmaye, dirêẍa, ḧesreta!
tełxkam û tełxiweqit û tełxiřûm kird sa’eten
tełxyêkim xiste řûy, jehrîş be însanî neka
’alemî însanîyet laçû le řûy emin û ewî
min letaw ’îczî zemîrî, ew leber feqdî wefa
lay yesarî dîde û gwê boy nema sem’ û beser
ehlî destî çep le yumnî min umêdyan lê biřa
hênde mat danîştim û neypirsî ejnom hate jan
na’îlac wek pûş le mewcî nabełed xom girte la
ḧucreyêkim kewte dest û çûme nawî wek qefes
kebkî cengi’asa le birsan dił le sînem ser deda
xom çepokim da beserda espekem şîwenyetî
tazeman kird her dû la şînî şehîdî kerbela
ehlî kûfe feqdî awyan kird le mîhmanî ’ezîz
xanexwêy min men’î nan û qût û cêge û řê deka
xanexwêm mîhmannewaze werne seyrî ḧurmetim
doşekî xom xak û xołe, serkeşî espim sema
şîşî sûr bênin werin xałîgeman dax ken be cût
çûnke janmane min û espim leber serdîy hewa
tûrekey espim zemîn û muttekay xom zanuwe
qûtî min xwênî ciger, xorakî ew teswîrî ka
kurkekurkîye espekem, xoşim denałim carbecar
ew le daxî axuř û co, min le ḧesret cê û çira
ba min û bargîrî kwêt her dû binûyn beşkem be xew
min bibînim řûy te’am û ew bibînê řûy çera
axuřî espim hewaye xwanî xorakim xeyał
lazme bo řef’î cû’ her dû bikeyn demman le ba
ahî xom bo nanî co simkołî espim bo ḧeşîş
em geyîşte piştî mahî ew geyîşte řûy sema
çawî qûçan espekem baqił tewîley hate yad
dił le sînem mate teḧqîq yadî cêgey xew eka
lûtî dajend espekem xom deste’ejno matî ẍem
min le fîkirî ḧałî ew, ew şînî ḧałî min deka
emin û esp ustad û şagirdîn le teswîrî xeyał
ew le neqşî tûreke emnîş le sun’î borya
şamme mîẍnatîse bo bonî kebabî ser guzer
lêwî espim cazîbî pûşe be mîslî kehřuba
mujde bê yaran le birsana didanî espekem
bo bijarey pûşî naw xişt karî dîwarbiř deka
sengikirojêke le birsana didanî girdekwêt
her dełêy mêbazî naw şare û xeyarî new dexwa
zor detirsim ta seḧer dûbřisîfet bê tewsenim
wa le ḧesret pûşî xurma dem le kilkî xoy eda
wa dezanê zînekey pałanî pûşe girdekwêt
wek miqaş carcar lelawe liç le lapêçkey dexa
sanîy ’enqaye weya gogirdî eḧmer pyawetî
lem dere mîwanî mezłûm er neçê, çon derdeba?
meclîsê bo zîb û zînet cîm û řêy pê lazme
îbtîday îsmî leser řê elf û nûnî muqteza
ger ’ereb bem new’e bin ba şîrî wiştir bête naw
wer zebîb teb’in hezaran merḧeba ehlî sefa
min le fîkirî ḧałî xomda, espekeş hiza alqyasErebî
toy xudaya qadir û toy řebenna muşkîlguşa
hemnişînim qet nebê îtir ’ereb ta ḧałî merg
ayne kesbî cela ḧeyfe le xaksiter bika