nusxeyî eḧwałî min řojî ’aşiqan înşa deka

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  818 Dîtin
nusxeyî eḧwałî min řojî ’aşiqan înşa deka:
tuřřeyî tomarî zułifit, mû be mû, ser ta be pa
çar ferd heryek be řengê bûn le yarî behrewer
mul le neş’e, guł le bo, sunbul le pêç û meh zya
dûr le seh’e, be şertê dest û dił yarim bibin
gey bikem axir le qebra cameyî ’uqba qeba
ba wicûd elbet yeqîne dujminî xwênit minim
qed qebûł naka be ẍeyrez to diłî min aşna
mû be mû zułfî syat esbabe bo qeydî ẍerîb
ta qyamet murẍî dił lem dawe qet nabê řeha
weh çi seřřafêkî qellabî, penahim bird be ḧeq
dat beser minda řewacî mudde’î wek şehřewa
ẍem wekû deryayî quzlum, eşk mewc û xom ḧubab
seyrî «salimNasnava edebî» ken le deryay bê peya kewte şena