ẍem wekû yem hate coş û kewtime gêjawî beła

le hecwî espî ḧemey eḧmedda
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 3 Xulek  1855 Dîtin
ẍem wekû yem hate coş û kewtime gêjawî beła
awî ha’îlzaye keştî kewtime ḧałî ḧelwela
şettî mîḧnet hat leserda seddî hoşî řařfand
badî ẍem lêm bû be şerkê cîsrî şadîm têk şika
gemye kewte gêjî nemrûd ten wekû aş hate xul
bay murad key dê xeber de to xuda ey naxuda
dadî deryay mîḧnet û tofanî ẍem ba bes bidem
bême şerḧî bedfî’alî bozeyî damen sya
ey řefêq kozîlkeye, bên, wek ḧesar dewrim biden
bê ciłew swarim, werin seyr ken le bargîrî qeza
espekî boz û tirûsk û serkeş û tundişîřete
wa siłe ger xişpe bê cûte le kilkî xoy deda
sipye serpak mû û bijang û jêrqepoz û yał û dûy
gende baxeł cûte pêşanî çep û řast dest û pa
ger ziřingey piłpiłe û zengî ceres bighête gwêy
cût leser paşû dewestê mîslî wirç dête sema
dest ebem zînî bikem çûnke le swarî ’acze
bo leqe xoy xoş ekat û moř ebê lêm labela
ger lelayê dabezim baz nîyetim bê swarî bim
awzeng nada le dewrim dête xul wek aşî ba
gey le gwêy coge ke bigrê dêm be tundî lêy xuřim
taq û cût, cûte ewend dawêjê, pałû hełdeka
ka û coy ger bênme pêş wek ker delûşkê û hêdîye
ger leẍawî bo berim bo cûte paşûm têdeka
wextî alîk řûbeřûy mał wek şemał şîrîndewe
bo řêgey te’cîl ewend siste dełêy wa daweşa
wek kerî dêz fewtî xoy û řencişî xêwî dewê
her le nakawa be ’emden xoy le ximxork dexa
wek segêkî petpisên bê û sed sink bibřê be dem
dem deba kełbey le pêçkey laleẍawî gîr deka
ger ḧemey eḧmed biłê boz xoşbeze baweř meken
îmtiḧanim kird le mergeNava taybet waqî’en biłḧ řadeka
gwaye îzharî ẍirûrî xoy deka dêm zînî kem
hełdetûřênê wekû gay barneber xoy şêt eka
ger le bazar bîfroşin dom nebê kes naykiřê
bo binî hêłek le kin min kilk û yałî des deda
dû qiroş bo nałî, şayî kilkî, çermî dû řyał
pênc qiroş û şayyeke nirxî bozey kembeha
wek xidir quşçîNava taybet çeqeł fêr bûn ḧîsabî farsî
estêre dejmêrin axo lakî boz key dête la?