bo şewî hîcir ew mehe wek aftab

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4070 Dîtin
bo şewî hîcir ew mehe wek aftab
cîsmî wek řoḧî, giłî kirde ḧîcab
bew cemale ’îşq û, bew cahe ḧesed
hem diłî min, hem diłî duşmin kebab
ba wicûdî lêwî şekkerbarî to
bê wicûde neş’e bexşînî şerab
beytî zatî to le dîwanî wicûd
morî ḧeq kirde be nuqtey întîxab
bê ḧîsabe ger gunah, bakim çye!
ḧezretî ew şafî’e řojî ḧîsab
ber şefa’ey ew şefî’em xey xuda
xoşim û eḧbab û ehil û dak û bab