ey cemałit nûrî dîdey enbya

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  5242 Dîtin
ey cemałit nûrî dîdey enbya
şamî tuřřet subḧî ’îdî ewlya
ew ber û bûme cenabî to tyay
berdî bo me duřře, gerdî tûtya
awî xizre xakî ew berqapîye
diřkî ew berderke guł, pûşî gya
aftabî girtewe, wek kase, çerx
swałî lew řuxsare bû zeřřê zya
ehlî řeḧim û fezłî to meḧwîNasnava edebî dexîl
sed ke wa na’ehle, řeḧimit bê pya