name bo şêx babe ’elî kuřî şêx meḧmûdî ḧefîdzade

lew kateda ke babe ’elî le mîsirda deyxiwênd nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  3990 Dîtin

ey qîbleyî erbabî wefa, şem’î şebustanî sefa, řewneqî dîwanî edîban û lebîban, debistanî huner perwer û ehlî ’urefa tacî wicûhî şurefa, sedrî cemî’î nuqeba, fexrî cemî’î nuceba, laleyî gułzarî ’elî, gułbunî baẍ û çemenî taqmî eqtab û welî, kanî gewher, nûrî beser, efserî ser kewkebî ferxunde syer, takû leser dewreyî em çerxe bibêt û bigeřê şems û qemer, cîsmî letîfit be elem ’aciz û efsurde nebê, zatî ře’ûfit be hem û mîḧnet û ẍem hemdem û pejmurde nebî, bo minî bê berg û newa ye’nî be qanûnî wefa wîrdî cîhanim emeye, zîkirî zubanim emeye: mezherî eltafî xuda bî, le ḧewadîs berî û bê ẍem û bê derd û beła bî, le hemû meḧfel û meclîs fereḧ engêzî dił û ehlî dił û ’uqdeguşa bî, be dił asûde le naz û girîşmey nezerî dulberî şîrîn kemer û sîm ber û cîlweger û şox û zuleyxa sîfetî mîsrî û turkanî xeta bî be xeta, penceyî tersa beçe ya muẍ beçeyî ’îşwegerî ney kemerî ahûyî sîmîn zeqenî cadûyî efsanezenî wek cigerî min le fîraqit bedenî cameyî to pare neka, to be ẍułamî qedî wek ’er’erî dû nergisî cadûger û fettan û cefa pîşe û xûnxare neka.

bêynewe ser beḧsî gile û bê merḧemetî: ye’nî delîlim emeye şêweyî xettî eḧsenî to nîsbetî pîrahenî to metlebî ’uşaqe nebû, dewłetî ’uşaq nebû, ’eyşî diłî pare nebû, afetî eẍyare nebû, gencî hewaxwahe nebû, řencîşî bedxiwahe nebû, mexfî pûşîde nebî çake le řûta ke eger řûte weya taqî dû ebrûte wek qîble wehaye.

beserî to diłekey min be hemû leḧze wekû qîblenumaye le terîqî edeba sadqî bê kîzb û řyaye le hemû bexşişî cûd û qełemit řazî û qani’ be siławêk û do’aye.

walsّlam, miḧimd bêlûyî