name bo şêx meḧmûdî ḧefîdzade

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  2055 Dîtin
řoḧ û dił qurbanî nałî kewşeket
ser beser gerdî ḧesarî ḧewşeket
da’îmen muḧtac û muştaqim le bo
gencî yadî xatrî bê xewşeket

eger le řêgey merḧemetewe ḧałî em pîre ẍułamî xotane menzûre bifermûn be kurdî û be kurtî emeye ’erzim:

be tîẍî mîḧnet û derd û cefa cergî mela let bû
bełê me’lûmî afaqe, mela nîwey melalet bû

we eger meylit be beyanî tûlanî bê û arezût le ḧîkayetî «qwîlew çûçanî» bê emeye ’erzim:

dûr le to çawim bê bînş mawe, quwey bîstinim bo nałe û girmey hewrî beharî nemawe, ḧewasim seraser fewtawe, diłim be agirî meḧrûmî wek kebabî suleymanî birjawe, cergim le qazanî sîneda be biłêsey dûrî wek siłqî kerkûkî! hemîşe çaweřêgey ḧafzim bo yasîn, muḧtacî hatnî melam bo tełqîn, ma’îlî şeş gez caw û dû gez xakim bo tekfîn, welê eger beşaretî mujdey sirûr û selametî zatî mubarektim zû pê biga - ke bo min em mujde awî ḧeyate yeqînim waye çawim bibê be dûrbîn û zeřebîn, we legeł ḧezretî «xidir» le ḧeyata misawî bîn.

’erzî mexsus koç û kiłfet û daykî «se’îd beg»y badełanî penayan hênawe be ẍułamî xotan, le ser waqî’eyek ke nîsbetî qetłyan le «se’îd beg» dawe, we fî’len meḧbûse le ḧepsixaney ḧikûmetaye, naçar minîş ewa penam be qapî mubarekit hêna, şayed fîkirê be ḧałî ew bifermûn ke şayed le zeḧmetî ḧepsa necatî bibê, we me’lûm em pîre ẍułamî qapî xotane ta qyamet, mesrûr û memnûn û muteşekîrtane...

îtir herçî biłêm zyadeye, ẍułamî dergay xotane «narî».