bûme xakî serî řêy pêyekî ta pêma na
Li pirtûka:
            Dîwanî Meḧwî
        Berhema:
                Meḧwî (1836-1906)
        
             1 Xulek
             10106 Dîtin
        
        
    bûme xakî serî řêy, pêyekî ta pêma na
witî: sed def’e bixo ey ḧerîkey bê mana
tełebî řeḧim û miruwet le diłî ehlî zeman
tełebî awî ḧeyate le serabistana
qatî pyawe leser em erze - debînî mensûr
be serî darewe - zuwalnّwinErebîe le bin zîndana
le qisêkî lebî pişkûtuwe şorî dû cîhan
qiseyek sed lekî mana le likî damana
qesemî gwêmî be çawî beçe da pîrî muẍan
ke lemewla nebîyê we’iz û qisey mewlana
towî serxistuwe bin xake, ser’efrazîy ber
her le řêgey tełeba bû serî dana, dana
witim: ew xałe çi bû her keřetêkit derxist
witî: daẍê bû be cerg û diłî meḧwîNasnava edebîma na