dem û zarê tya mabêtewe řengarî řîq emma

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2750 Dîtin
dem û zarê tya mabêtewe řengarî řîq emma,
pyałêkî ’eqîqe, piř le badêkî ’eqîq emma
le piř ew çawe hełdebřêt û cergî ’alemê debřê
nye, her berqe ẍemzey dił şikafî, bê berîq emma
le fîrqey xaksaranî meḧebbet bifkire yek yek
dîmen yek nefer, damen be lêwî sed ferîq emma
be pêçî xwar û xêç îma deka pîrî terîqet: bê
ḧeqîqet pîre zahîd pîre, gum kirdû terîq emma
çerakirdin le baẍî ḧusnya, menzûrîye çawim
ke degrê řîşî le beḧraye ẍerîq emma
demê bû yar û hemdem bû legeł dił sebir û hoş axir
le ber bê tabî, ew teşrîfî bird û bê řefîq em ma
biławey kird û řoyî komełey yaran û ehlî dił
le şûmî bexte meḧwîNasnava edebî mawe bê yar û řefîq emma