boçî etirsim

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1146 Dîtin
derḧeqî boçî etirsim bexuda ta emrê
çî le des naye, meger bê gunî espim bigrê
le xebîsî nîye mîslî ke wekû cewherî gû
megesî pêwe binîşê wekû seg pêy deweřê
pêy biłên bew terese ger le ’eleyhîm bidwê
be fewyê ’ezlî ekem, nabê lewêda bitřê
piderî nêreker û maderî wek maçexere
kê dełê ademe, kerbabe, wekû ker dezeřê
were lade le şeřî aletî me’hûdî řezaNasnava edebî
muqtezay girtine teb’î bexuda pêt egrê