têgeyîw şîwenye emřo da sibey şayî bika

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4488 Dîtin
têgeyîw şîwenye emřo, da sibey şayî bika
pêgeyîw derwêşe, da subḧey şehenşayî bika
nûrî ’umrî serf eka bo keşfî tarîkî le xełq
wek çira her kes be şoxî meclîs arayî bika
er le dinya çakeyê sadir bû, tefrey pê nexoy
řûspî her řûřeşe ger bê sed azayî bika
bo dukanî muşterê ger ḧewl eda kałafroş
dînî wa dênête qîmet xwace e’zayî bika
řem deka ḧetta le mîhir û meh cinûn adabî ’îşq
sêberî lê bare her kes meylî tenhayî bika
maderî gêtî le şîrî biřyewe, debřêtewe
faydey çî şexsî lê kewtû bedadayî bika!
ba ḧeqîşî bê, le bo mensûr ena aliḧqErebî ḧeq nye
şêtîye mecnûn eger bênazî leylayî bika
zuşt û naşîrîne pîr, emma çi şîrîne eger
çawî xûnbarî nedamet řîşî xurmayî bika
dił le îdrakî ḧeqîqet bêbeşe bê daẍî ’îşq
meḧuyaNasnava edebî dana debê bem çawe bînayî bika