bo wefatî awat

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
حاجی سەید جەمیل هاشمی
 1 Xulek  504 Dîtin
bo xudanasî gelî pîr û cewan, ba bigrîm
bo sikałay diłekey nîweşewan, ba bigrîm
honeran bûne pepûley şemekey dîwanî
bo witey xawenî ew teb’î řewan, ba bigrîm
xwarî kird tûlenemamî mujekem esrînim
takû tîr deşkê le nêw małî kewan, ba bigrîm
řeş buwe çeşnî gilênem le xemî, řojî min
çake estêre le ’asman û ḧewan, ba bigrîm
pêşkeşt şînî diłim, ḧatemekey kurdistan!
çîye bo honerekey xasekewan, ba bigrîm
boçme jînî lemewla, ke nema «awatKes»m
ta demênê le leşim tîn û tewan, ba bigrîm
«haşmîNasnava edebî» herwekû to xełkî hemû boy degrîn
mafye, cêyetî bo xom û ewan ba bigrîm