bo wefatî awat

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
حاجی سەید جەمیل هاشمی
 1 minutes  506 views
bo xudanasî gelî pîr û cewan, ba bigrîm
bo sikałay diłekey nîweşewan, ba bigrîm
honeran bûne pepûley şemekey dîwanî
bo witey xawenî ew teb’î řewan, ba bigrîm
xwarî kird tûlenemamî mujekem esrînim
takû tîr deşkê le nêw małî kewan, ba bigrîm
řeş buwe çeşnî gilênem le xemî, řojî min
çake estêre le ’asman û ḧewan, ba bigrîm
pêşkeşt şînî diłim, ḧatemekey kurdistan!
çîye bo honerekey xasekewan, ba bigrîm
boçme jînî lemewla, ke nema «awatPerson»m
ta demênê le leşim tîn û tewan, ba bigrîm
«haşmîPen name» herwekû to xełkî hemû boy degrîn
mafye, cêyetî bo xom û ewan ba bigrîm