şîn bo awat

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
نافیع عەلایی
 4 minutes  793 views
berew werzî xezane û hewrî matem
řijanî dem bedem befrî tem û xem
ziřey xiste cîhan, zengêkî naxoş
hezaran ’aşiqî beste syapoş
pepûley şem’î şê’rî xoşî kurdî
dirêẍa xakî řeş estandî, birdî
de bulbul şîwenit labe le ser çił
berew gił bî, berew gił bî, berew gił
legeł ême de hełke ah û nałe
be şîwen zû be toş, zû bêre gałe
eda kuł mencełî dił bo peřî guł
le jêrîda wecaxe, sikłe ya kił?
esef bo baxewanêkî be’ezmûn
esef bo babî nukte û şê’ir û mezmûn
emin îmřoke şînim sûre, geş geş
le çawim dadebarê qetre bê ẍeş
eger bên gwê biden bo ah û nałem
ne sentûre, ne ney sazî sikałem
legeł minda degryê çerxî gerdûn
le giryane eger berze, eger dûn
gułê êmey bibîn pê mest û serxoş
meger serpoş bibîn, bîkeyn feramoş
berokit bidře hey guł, xo binê gił!
wekû xunçe bibe piřxiwên û xuř, dił!
çemen lakułmî řûşawe, bizane
ke cêy nînokî piřjanî xezane
ke bîstim mergî çîmen, kewtime nałîn
geyîbû, ême herwa kirç û kałîn
pisa bendî diłî honer, hewałe
wekû xorakî jare, turit û tałe
nesîm! destit binêre çok û ejnot
be demya de eger guł pêkenî bot
felek! řeşpoşe, piř şîn û xuroşe
kurey xurşîde wek dił min lecoşe
le xermanan becê ma ẍem be xerman
be mergî «kamîlPen name»y ayîn û îman
esef to bîrî berizit birde jêr xak
minî ẍembarî sîne û dił let û çak
be şê’rî nizmî xom şînit degêřim
hemû nařêke řiste û bend û dêřim
dełêm bigrîm be hawar û biřêjim
be derya xwênî dił, xoy lê binêjim
xudaya bezmî gułşen bo xemoşe!
çîye saqî! derûnit wa lecoşe?
erê mutrîb! meger destit şikawe?
ke sazî bezim û şadît naye lawe
ewêstê kořî matem wa le gořê
dyare dengî sazî meş degořê
tewawî řeg řegî cestem be estem
desî lê dey degêřê şînî matem
le daxî hełwerînî guł lecoşim
wekû bulbul le nałîn û xiroşim
şerarey ẍem deka encin diłî min
diłim deryayeke piřxiwên û bê bin
tenî xakî ne cêgey řoḧî to bû
berew berzî, berew aso deçû, çû
dirêẍ ey dił! le bin giłdaye awat
be mergî şahî şadî bû kiş û mat
şê’ir řeş poşe, yekser beḧrî şîne
ẍezel şêwawe, diłnaxoşî jîne
le tawa qafye xoy kird be dara
ředîf êstake bê nezme û mudara
lef û neşrî muřetteb bû muşewweş
ke bîstî îstî’are, kirdî zû ẍeş
cînas ecnasî xoy gişt da be tałan
edî xo nakirêto boy be sałan
«wefayîPerson» hate pêşwaz, kewte řêge
ke «nalîPerson» bîstî, nałî desbecêge
ełê «hêminPerson» be «meḧwîPerson»: kake! wa hat
çiray řûnakî kořî ême, «awatPerson»
be «tahîrbegPerson» dełê «narîPerson»: hełêne
serit, dey dey, de pey pey mey bihêne
ke bîstî «mewlewîPerson» teb’î xuroşî
le meyxaney ẍeyb, camêkî noşî
ke «ḧacî qadrî koyîPerson» be beste
deka xêrhatnî ew pîre xeste
dełê «qanî’Person»: qena’et besye îdî
le tenyayî beder bê, besye çî dî
be kurdî kakî «kurdîPerson» dête awaz
«ḧerîqPerson» û «salimPerson»n pêşengî řêbaz
dełên xoş hate nêw em bezmî ême
lebo enguşterî ême niqême
erê îlhamî şê’rî teř be mewla!
le to şêwawe cêgejwan lemewla
ke wek «kamîl» gilawe takeswarê
le xamey kêwe tik tik dête xwarê
ẍemêkit «nafî’aPen name» wit le hezaran
ewî dîkey biłê bo ẍemgusaran