tozî xemê

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
محەمەدسەعید نەجاڕی (ئاسۆ)
 2 Xulek  592 Dîtin
tozî xemê lem gele wa nîştuwe
çawî xem û derdî be cût řiştuwe
şa’îr û nûser hemû çaw piř nemin
’arf û ’amî hemû dił piřxemin
deşt û demen hatne giryan hemû
wird û dirişt xakî mukiryan hemû
bo çîye wa xende le lêw mirduwe?
destî ecel kêhe kesî birduwe?
ew diłî awate ke qet nesrewt
bew hemû îḧsase le lêdan kewt?
dek nefest tasê be tasem ecel!
bête milit deynî henasem ecel!
xo ewe kamîlKese lemet sandewe
nezim û nîzamî kelîme her bewe
nayete ser zarî şê’ir yek nefes
çeşnî bizey lêwî hemû qewm û kes
min çi biłêm êste le şerḧî fîraq
lałe zimanî qełemî îştyaq
min le xemit çon be dû çawim çemê
çarî deka sozî derûnim kemê
şahmî, awatmî, şemsî minî
taze be yekcarî le aso winî
ca mege min bibme geday mewlewîKes
têkełî ney kem giřî şê’rê lewî:
«can cihan duş kica بûدەای?Farsî
nî ẍiltim dir dil ma بûدەای»Farsî
midfin tu tik tik dil hay mastFarsî
kî tu bimirdî ke nimirdin tirastFarsî
kwa demrê ew kese bo gel jya?
distî ecel ba le gelî ka cya
min ẍemî to kake be çî derbiřim!
hênde leber koçî eto diłpiřim
her wekû zenbîlî eto małî dił
têkçuwe, řûxawe, keçî dête kuł
hênd le kułe wek diłî «ce’fer» lebot
gwêgre asoNasnava edebîkete, şagirdî xot
dîdenî dîdarî me řojî ḧeşir
şad bê řuḧit şa’îrî pîrî nemir!