to agadarî
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
696 Dîtin
le hest û xust û xurpe û xeyałat
le nûře û nûzey ḧeywan û małat
le xişe û mişe û girme û nałenał
le çûnî şew û řoj û mang û sał
le serma û germay zistan û hawîn
le ’aşiq û me’şûq, le tînî ewîn
le tałî û swêrî, le xirap û çak
aza û bê ẍîret, le pak û napak
le zor û le kem, le xoş û naxoş
le zana û nezan, behoş û bê hoş
le guł û bulbul, baẍ û gułzaran
le şiney xoşî katî beharan
to agadarî, xway taq û tenya
xway xawen kerem, bê wêne û hawta!