giřû
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
1 Xulek
747 Dîtin
kwanê xurşîdî şewî deycûrî min?
kwanê dermanî diłî řencûrî min?
ey fîdat bim, yarî bê mêhir û wefa!
wa minit kuşt to be sed cewr û cefa
netdezanî ’aşiqî bałate dił?
netdezanî mişterî kałate dił?
ał û wałat bo mine, min mubtelam
min qezawegêřî her derd û bełam
yarî to her toy dewê, řoj û şewê
ger giřû bigrê, be kes danakewê
’aşiqî zarit meke bêzarî xot
baş binase mubtelay azarî xot
wa «îmamîNasnava edebî» tûtîy gułzarte
çawenořî qendî lêw û zarte