şayî û şîn

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  587 Dîtin
layek şayîye, le layek şîne
layek hełpeřkê, layek girîne
layek cil deben bo bûkî sawa
le layek kifin debiřn bo zawa
temaşay dinya û bêwefayî ew
be yek çespan û lêk cyayî ew
ba bes min û to be temay ew bîn
ba bes bê xeber, awbirdey xew bîn
ba wexeber bêyn, fikirî karê keyn
bîr û baweřman bo lay yarê beyn
ew yareş dyare taq û tenyaye
bewefa û kerem, zatî xudaye
her xizmet bewe padaşî zore
be witey min ke, diłit megoře
her ew dejênê, her ew demrênê
axrî boxoy tenya demênê
«îmamîNasnava edebî» ewa řûy kirdote to
pênc feřze sucdey her birdote to