herçî hem

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  552 Dîtin
ey segî dergat le min paktir!
çaktir û çalaktir û bê baktir
ew hemû dem kaye dekat û geme
saẍ û selîm, têrupiř û bê xeme
min be zigî birsîy û lat û kizim
nageme diz, naweřim û nagezim
ew ne xemî nan û ne awî heye
herçî ke pêwîste tewawî heye
ew, leşî bonxoşî guławe, guław
min bedenim pîse, giławe, giław
ew ne xemî kes, ne xemî xoy heye
çunke humêdî keremî toy heye
xo minîş ey xawenî xwanî kerem!
pîregemałî derî tom, herçî hem
min şel û pîr û kesel û řenceřo
řûm ewe kirdotewe ber derkî to
gerçî emin zahîrekem «kamił»e
xo be yeqîn batînekem batłe