kam xebat

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  667 Dîtin
legeł yarî xom be cwanî dedwêm
be çiray kułmîşî desûtêm, degřêm
pêt biłêm çone ew yarî beřêz
xeyał bo lay dê, dekşê be parêz
diłřifên, çawmest, bejin û bała berz
kełeget, barîk, cwançak, şox û terz
to bî û xuday xot, serêk hełêne
be nûkî ẍemze diłekem derbêne
bîbe bo lay xot bîlawênewe
le botey ’eşqa bîtawênewe
bizane çî dewê paş qałbûn diłim?
diłekem meşkêne, to xwakey gułim
bezeyekit bê be ḧał û bałî
be hawar û dad, be nałenałî
ke dermanî key be pencey cwanit
axrî bekardê, destim damanit
firyay nekewî, karî kirawe
cerg û diłî baş bot hełqirçawe
ta neçuwe le qîs ew diłe piř kułe
ta nebote çêşt bew kułekułe
le botey ’eşqa derîbênewe
wekû pêm kutî bîlawênewe
bizane çî dewê paş qałbûn diłim?
diłekem meşkêne, to xwakey gułim
diłî şêt û pêt, sergerdan û wêł
mandû, hełweda û dûrkewtû le xêł
kêhe xêł? xêłî lawî nîştiman
ewey be parêz deçûn bo kwêstan
kam kwêstan? kêwî zenwêrî xebat
kam xebat? ewey gel deda necat
cêgay bezeye ew diłe wêrane
ew şêt û pête, ew sergerdane
le botey ’eşqa derîbênewe
wekû pêm gutî bîlawênewe
bizane çî dewê paş qałbûn diłim?
diłekem meşkêne, to xwakey gułim