nîştimanî kurd

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  1164 Dîtin
ew nîştimanî berz û beřêz û cwanî kurd
cêgey jyanî piř le hîway pałewanî kurd
hoy berzîy hemû gel û pîr û cewanî kurd
bew aw û xake cwanewe bende jyanî kurd
ey xakî piř le cewher û her le zêř û zêw!
hozit be şax û daxtewe bûne serbizêw
nîlûfeřî biławî le ser awî bê qerar
ałoz û têkeł û begrê, çeşnî zulfî yar
sûç û kenarî deştî hemû sewz û lalezar
qoz û leberdiłan û lebare bebê qumar
behbeh le şax û daxî ew û xak û awî ew
çend xoşe le ser ziman, gelî kurde nawî ew
layek şiney şemałe ke deşnê be ḧałî dił
layek kizey diłan le gułane be soz û kuł
layek le xoşî bulbule wa pêkenîwe guł
layêkî dîş ke xunçeye pêçra be berg û çił
em bend û em bîsateye gyane diłî miro
dênête coş û dête xuroş û dełê biřo
katî xebate hozî becêmawî kurdekan
pê hełgirin, direnge, biřon řêkû bê wiçan
hîway giringî, êweye xo daykî nîştiman
ew nîştimanî hozî gelî kirde qareman
ew qaremanî wa le xebataye řoj û şew
ew pałewanî wa ke behêze û ewend pitew
mawêkî zore mat û esîr û qelenderîn
xembar û bêkes û le hemû xoşîyek berîn
ta key be piştî komewe koł bo kê hełgirîn?
ta key bebê xefet serman neçte ser serîn?
ba bes bibîne aletî destan, werin! werin!
ewřo hele, de hełpeřn û destî yek girin!
řoyî ewî ke xwênî mijîn, bibwe pîrezał
ême kelakî kewtû, ew bibwe pîredał
xorakî cergî ême bû, deyxiward qepał qepał
lêy kewtuwe ewêste le ber zig wekû gemał
çunkî kelakî xwarduwe, nabziwê kewtuwe
abřû û ḧeyay be carê le nêw ’alemê çuwe
seyrî «îmamîNasnava edebî»y pîr ke, ke wa kewtibû le mał
xem dayřzandbû, serî debzûtewe be ḧał
ewřo keçî le xoşî, ewa kewte qîl û qał
bangû deka û dełê: werin, ey law û kîjukał!
dest deyne destî yek, le xyaban û serşeqam
xoman be kuşt bideyn, newekû bînewe ẍulam