diłî meftûn

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 3 Xulek  842 Dîtin
diłberî min ke înqilabî kird
kwa xetay kirduwe? sewabî kird
ke nîqabî le ser cebîn labird
le diłî ’aşiqan kebabî kird
ke be ’îşwe hełîbřî çawî
goşmałêkî aftabî kird
boye qet nesrewt be řoj û şew
le hemû kar û xurd û xabî kird
her le meşrîq hetakû řoj’awa
tûşî sed mexsere û ’ezabî kird
qasîdê hate lam û em qezîyey
pê bû, çabû be dił xîtabî kird!
her diłê mubtela û meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne
ey cemałit kemałî kîşwerî ’îşq!
qed û bałat beřastî mesderî ’îşq
xet û xałî cwan û bê ’eybit
le ser û řûte, bote zîwerî ’îşq
ey le beḧrî sirişkî dîdeyî min!
yadî řûy cwanî toye gewherî ’îşq
beḧsî ḧusin û cemałî to, çawim!
nûsrawe be xwên le defterî ’îşq
yadî řûy to dekem kewa degrîm
deřjênim be ’eynî cewherî ’îşq
dête lam diłberê be tennazî
em qisem pê dełê le meḧzerî ’îşq:
her diłê mubtela û meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne
xwêndî teyrî diłim teraneyî ’îşq
zemzemey da be daw û daneyî ’îşq
hemhemêkî ẍerîbî berpa kird
le deruban û kuncî laneyî ’îşq
bê peř û bał û la’ubalî ma
wekû min hate gwêswaneyî ’îşq
wextebû berwebê, diłim girtî
birdyewe bo qumarxaneyî ’îşq
sed keřet małî teyrî dił awa!
ewe meḧrem be aşyaneyî ’îşq
bang deka zor be sozî dił herçend
bê nesîbim le astaneyî ’îşq
her diłê mubtela û meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne
ey xeyałit hemîşe meḧremî dił!
lêwî le’ilit nigîn û xatemî dił!
zîkirî nêwit enîs û mûnsî řoḧ
yadî řûte řefîq û hemdemî dił
tarî zulifit eger be des bênim
mûbemû bot beyan dekem xemî dił
to dezanî çilone awî ḧeyat?!
qetreyêkî keme le şewnemî dił
derdî ’îşqî to ’eynî dermane
zamî dûrîte esłî mełḧemî dił
diłî min gerçî mubtelaye, bełam
em qise xoşeye musellemî dił:
her diłê mubtela û meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne
eşkekem suḧbetî be ceyḧûn kird
’îşqekem řexneyî le gerdûn kird
leylîyek lem zemane peyda bû
’alemêkî be ẍemze mecnûn kird
lef û neşirim hemû muşewweş bû
’îşqî ew hat û teb’î mewzûn kird
be xemî tuřřeyî perêşanî
diłî cem’êkî şêt û meftûn kird
’eqřebî egrîcey le ber ḧukmî
hemû ’uşşaqî mat û meḧzûn kird
hatfê em qisey le diłda bû
hat û fermûy û emnî memnûn kird:
her diłê mubtela wu meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne
lew demey maçî lêwî peyda bû
tutîy teb’î dił şekerxa bû
to dezanî «îmamîNasnava edebî»! diłberî to
wek dełên zor be ał û wała bû?!
xeyme û baregay le mułkî dił
hełdeda, boye ’eqłî şeyda bû
boye qeysî feqîr û mał kawil
diłperêşan û řûy le seḧra bû
ke le nêrgis depirsî, seyrî dekird
wek wenewşe milî şika, ça bû
şew le katî beyan, demî seḧerî
em ḧedîse şerîfe înşa bû:
her diłê mubtela û meftûne
be se’adet hemîşe meqrûne