du’ay řojan

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  632 Dîtin
her řoj hełat, du’a û temenname ta şewê
kake! qezat le xom û le herçî heme kewê
qurban! be zatî pakî xudawendî zulcelal
ger bimdenê beheştî berîn, bê to namewê
cah û celal û jîn û ḧeyatim be toweye
bê to wicûdî min çîye? kewtûm ewa lewê
kake, humêdî min be xuda waye bew zuwe
serwî qedit le baẍî emandaye, nanewê
řebbî newî nebî, nenewî, win nebî le çaw
neçye derê le dił, ke diłim her etoy dewê
herkes be to dije, nebê yařeb le ser zewî
kwêr û zelîl û keř bê, kesêkî etoy newê
řoḧî nîsarî xakî berî pête «kamîlNasnava edebî»t
bo çawenořî serwî qedit boçî natewê?