řoyî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  656 Dîtin
dełên yarim le bokanê be sed ah û fuẍan řoyî
zedey peykanî ḧesret bû, wekû tîrî kewan řoyî
biram serdesteyî pakî řefîqanî cefakêş bû
nemabû hawdemî, boye le dûy karwanî wan řoyî
legeł ehlî wefa «sadiq» bû, seddîq! babî nakamit
leber nařêkupêkî mewqî’ û kat û zeman řoyî
legeł xawen diłan hawdem, legeł řas, serwî bustan bû
leber bê bergubarî û řeng û bonî gułistan řoyî
mełên bê wade bû řoyî, şehîdî ’îşqî canan bû
be dengî bulbulî baẍî beheştî cawîdan řoyî
«qizłicî» małî awa, kanî feyz û ’îlim û zanîn bû
le cêy xoy «sadqî» dana, ewîş zû, nagehan řoyî
be dwayda daẍdaranî muḧebbet karwan řê xen
binêrin barî du’a, serwerî danîşweran řoyî
hunermend û edîb û fazil û danîşwer û şa’îr
řefîqî zor le ser şan sûkî her pîr û cewan řoyî
eger tewrêze tebřêj, bo tebî wî kem nekird tozê?!
etîbba kwêr û derman qat bû, wa ew bê wiçan řoyî?
ke dî gerdinkeçe bulbul, le ḧesret řojgarî guł
ewîş dił piř le kuł xêra le pêş katî xezan řoyî
«îmamîNasnava edeb ba be dûyda her bika zarî heta mawe
be zarî bangî hawałan bika: aramî gyan řoyî