awatî honer

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  659 Dîtin
her katî newbehare ke dinya deka nwê
sara depoşê bergî sewz, guł depşikiwê
şewbo û hełałe, nergis û nesrîn û nesteren
swêsne zimanî girtuwe, pêm seyre nadwê
towî hemû şitêk le behara sewz debê
ey towî ême boçî le hîç fesłê nařwê
boçî le aso nayete der řojî me xuda?
řojî xełk keçî serî wa nawete swê
herçend lemêje xełfî hîwaman çeqanduwe
awî be xwên dirawe, ke her sewze, napwê
ta behrewer nebîn le berî, her biłind debê
wek pîredarî dî nîye, her xełfe, nanewê
herkes hîway be xoy û gelî mawe êstekeş
řebbî qezay be taqî tenê her le min kewê
awatî boçî nayete dî pîre honerêk
her ax û daxîye le beyanî heta şewê