gułî hîwa

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  724 Dîtin
kê dî weha lepiř gułî hîwa bipşikiwê!
newroz û řojî xoşîy gelî kurd wederkewê
řojî necate, katî xebate, firîşteket
kurde! eger netirsî serî nawete swê
her çaweřêy xebatî min û toye kakî xom!
min ḧazirim eger kesê bêt û řegeł kewê
şerte nedem wiçan û wenewz û xewm nebê
her nesrewm demê, le beyanî heta şewê
ta kifnî dujminim nebiřim, neykeme berî
neynême gořî pîsî, nełêm jînî xom dewê
darî humêdî kurde be xwênî gel aw dira
takû cîhan cîhane, serî berze, nanewê
taze çiro dekat û berîşî beřêweye
her sał be bay behar deşnêt û debê nwê
takû tenûreket degřê, karî xot bike
nek bête kotî pêt pine, ger to helit dewê
hełkewtuwe, le destî mede hel, hełê mełê:
nařome pêşê, bibzû; le řoḧî minit kewê!
hergîz mehêłe damrê tendûreket le giř
bew tînî germî wî, diłî dujmin debê twê
pê hełgire, direnge, newek damrê, biřo
kakî «îmamîNasnava edebî»! to ke jyanî gelit dewê