ey nemamî taze

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  630 Dîtin
were ey nemamî taze! to le baẍî kê řuwawî?
ke ewend şox û şengî, le çi kanê aw dirawî?
dem û çaw û bejin û bała, hemû řîkupêk û mewzûn
hemû diłřifên û şîrîn, ke le cwanîya tewawî
le diłî hejarî ’aşiq her etoy û xoşewîstî
çi bika le parçe goştê, ke be zorî têy xizawî
to û řoḧ û bîr û baweř, to û qest û ’îşq û amanc
çîye em telesme azîz, le hemûy ke têkeławî?
şew û řoj be yadî řûy to, ne xewm heye ne xorak
bełê, destî qudertê bû ke le ’eyb û ’ar biřawî
diłî mubtelayî «kamîlNasnava edebî» ke etoy têya dyarî
çi cwan û řûn û xoşe, to çiray û hełkirawî