zistan

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  807 Dîtin
yaxuda zistan bexêrê, çunke wek yarî mine
sard û siř, bê mîhir û bê meyle, cefakarî mine
řûy le ser kwêstanekan tałe, be řiq hatotewe
herwekû yar dêtewe małê be azarî mine
bergubarî dar û gułzarî be şexte kird nexoş
herwekû cerg û dił û gyanî birîndarî mine
tik tikey gwêswanekanî wek zûxawî min deçê
řengî sîxwarî wekû řîşî sipîkarî mine
bo sipîkarî ’eceb westaye zistan, çawekem!
wek xemî min mûy sipî kirdûm û mî’marî mine
çerxî gerdûn bo le ser min, bextî min, nada xulêk
her le ser yek latenîşte herweha barî mine
pêçewaney xoy ke caran çerxuxul bû karî ew
her dełê şan û milî «kamîlNasnava edebî» wefadarî mine