nore hengawî mine

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1109 Dîtin
tik tikey baranî payîz wek tikey çawî mine
katî hełqirçawî baẍ wek cergî birjawî mine
her xiř û şîwê temaşa key, xiřî piř bû le aw
hełdeçořê lêł û lîxin, çeşnî zûxawî mine
hewre, baye, befre, barane, teme, ser kêwekan
herdemey corêke, herwek ḧałî şêwawî mine
emin û befrî ser çyakan pêkewe detwêynewe
kake! em zistane befrîş ’umrî fewtawî mine
ey xuda! boçîme taze jînî hênde tałutûn
dû bira bûyn, bazî da ew, nore hengawî mine