meḧşer

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  841 Dîtin
xałî nustû! heste, beste; êste řojî mirdine
katî lêk cyabûnewey çake û xirape kirdine
gwêt le dengî nefxî sûre, lê deda, agat deka
pêt dełê ḧeşre, le tirsan şêrî neř herwek jine
çaweřê bin, wa terazûy xêr û şeř hatote goř
seg be ḧałî ew kesey xêrî be qed xêrî mine!
bałî ałay kêye ewdem sedhezar çak û xirap
deçte jêr sayey, lewêda çaweřêy lêbûrdine
eḧmedî muxtare, şîrîn sware, ew serdareye
řûy le herkes bû, lewêda karubarî řoşne
ey «şifî’ alimzinbînErebî»! destî min û dawênî to
dême jêr ałat û řêm ke, gerçî îḧsanim wine
wek dełên emnîş le neslî pakî tom, emma emin
řûřeş û xawen gunahim, karim areq řiştine
agirî dozex nebê, natwêtewe ew mařze
lêy geřê bitwêtewe, ba saf bê herwek ayne