lêbûrdin

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  691 Dîtin
bê pas û weř û xwêřî, wek seg le qesabxane
bê hoş û serasîme, wek mestê le meyxane
bê menził û bê cêga, şêwaw û perêşanim
danîştû le cêgey çoł, wek kundê le wêrane
bêkare û bêçare, petyare wu awarem
hertawe le layêkim, bê cêge û bê lane
bê zikir û bebê ta’et, bêfkir û xeyałim min
dexulêmewe řoj û şew lew çoł û byabane
bo pîrî lekarkewtû, lêbûrdin û bexşîne
bo «kamîlNasnava edebî»y bêçare çawpoşîye dermane