pîreẍulam

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  782 Dîtin
muddêke diłim lê wine, ew şête nefame
řoyştuwe lay qametî ew taze nemame
bê şwên û eser mawe feqîre, be serî to
ew lêre nîye, kirdewekey êste le lame
nesrewtin û derkewtin û xo kuştin û sûtan
giryan û le quř nîştin û xo kirdine ’elame
cêm girtewe, herçende dełên xałîye cêgey
ew ’aşiqî kułmane, emin memkî şemame
min kuşteyî şimşîrî biro û tîrî kewanim
ew bendî serî zulfî řeş û dane wu dame
wa dyare ke xałî řeşî dî, boye fiřîwe
teyrêkî nezane, çi firîwxurde wu xame
taze nîye dił ’aşiqî zulf û xet û xałî
lew řojewe nasîwye ke řast û çepî kame
dêwanegîy û ’aşiqî şuẍłêkî ’ezîzin
layq be hemû kes nîye ew şe’in û meqame
tenya le hemû memleketî mîhir û muḧebbet
mecnûn bû ke meşhûrî hemû xase wu ’ame
bew ḧałe perêşanewe dûbare «îmamîNasnava edebî»
hatotewe lat, men’î meke, pîreẍulame