řêberî gewre

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  682 Dîtin
ew řehbere ke gewreyî ême û hemû kese
’ellamey ledunnî bebê çûnî medrese
’alim be ’îlim, bê eme kes dersî pê biłê
darayî ’îlmî şîmî û fîzîk û hendese
ewşo ’irûcî kird çuwe ser, ew be serwerî
meḧbûbî zatî pakî xudawendî eqdese
ḧewt asman be anê hemû tey deka be şew
xełkîş be řoj û fêł û ferec berterî bese
şêrî jyan le ’erseyî meydanî ew newî
bê tîn û heybete be xuda wek muxennese
em hełbesane çeşnî witey ḧacî qadirin
herçend emane şê’irin û ew xo muxemmese
şîrîn ziman û efseḧe ew, boye «kamîlNasnava edebî»yiş
cwane wişey zimanî be medḧî mulebbese