danexore

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  663 Dîtin
afetî gyan û dił «kamîlNasnava edebî»! cemałî diłbere
qatłî bêřeḧim û mestim çawî kałî diłbere
kuştimî, çabû be maçî lêwî zîndûy kirdimewe
qûtî gyanim miştinî dû lêwî ałî diłbere
zulfî, dawî ’aşiqan û kułmî, cêřawgey diłan
danexoren bulbulan lew cûte xałî diłbere
sîpelakim řeş buwe nemdîwe mangî yekşewe
řojî cejnim dîtnî ebroy hîlalî diłbere
ey «îmamîNasnava edebî» bo cwanî ta biłêy bê wêneye!
’aqłêkî waşe, dił matî kemałî diłbere