çi xoşe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1032 Dîtin
eger diłber dił’ara bê çi xoşe!
bezewq û ał û wała bê çi xoşe!
şerab herçende tałutûne, çawim
ke saqî wa dił’awa bê çi xoşe!
kewa mestî le neş’ey çawî meste
biłê dey camî mey ba bê çi xoşe!
le katî mirdin û derçûnî gyanim
ke yadî wîm le diłda bê çi xoşe!
le gîrudarî řojî wapesînim
ke sînem lam elf la bê çi xoşe!
eger fikirim le ser «la» bê çi naxoş!
ke îmanim be ewla bê çi xoşe!
«îmamîNasnava edebî» to ke la’îllaye zîkirit
humêdit her be ełła bê çi xoşe!