ẍerîbî xoşewîst

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  771 Dîtin
ey ẍerîbî xoşewîst, ey derbeder bo nîştiman!
to şehîdî ẍurbetî, ey kołneder bo nîştiman
meḧşerit hêna be mergî diłtezênit, muhtedî!
maweyêkî zor eto may bêxeber bo nîştiman
sałî şest û şeş bû koçî axirt kird gyanekem!
axrî kołit da, bûye siper bo nîştiman
kes nema, řoyn hemû, êmeş be dûtanda deřoyn
ba bisûtêyn bew merame, wişk û teř bo nîştiman
ser le ser «awatNasnava edebî»y xoman dadenêyn, pêman dełên:
aferîn, datan le dest řêk mał û ser bo nîştiman