payîz

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  670 Dîtin
mawim ’eceb le sun’î xudawendî îns û can
qudretniwênî berz û newî, ’erz û asman
carê zemîn dekate sema, mewqî’î xezan
bergî gułałesûre degate sitaregan
gahê be hewrî sûr û sipî û kesk û ał û şîn
řengîn deka mîsalî zewî řûyî asman
hêndê ke şa’îrin be beharin ’elaqemend
min ’aşiqî xezanim û meftûnî têxzan
ew bergî wa be darewe hatote xwarewe
tomarî têgeyştine bo pyaw’aqłan
nûsrawe herweha le serencamî jîntan
ta pîr nebûn, be dił bigirin qedrî xo, cewan!
ew bergî dête xwarewe xêra be ba deçê
yanî heder debê hemû ’umrê, wekû xezan
dengî gełařjane be dem bay xezanewe
bew řaze baẍewane kewa bote tercuman
ḧałî deka be nałe ke wextî nemawe baẍ
sebrêkî pêy dełê ke nema qedrî baẍewan
herwaş be sebre bulbulî bê dił deka xeber
xakit be ser bê! heste biřo têkde aşyan
’etrî nemawe sunbul û řengî nema çemen
serwî sehî be carê le ḧesret çemen, çeman
seru û çinarî baẍe be dem bay beyanewe
yektir degirne baweşê wek yarî mîhreban
destî xezan dirextî řinî û řûtî kirdewe
wek řûy nîgarî ême sipî û safe, bê guman
diłber ke dête baẍ û çemen, guł le xoşîya
bew berge sewz û sûrewe deykate duřfişan
guł, mûsmî xezanê eger tê bigey dełê:
me’lûmî xas û ’ame: le paş menfe’et, zyan
«kamîlNasnava edebî» diłî çi xoşe le fesłî xezanî guł
çunkî gułîş wekû diłe, bê berg û bê nîşan